Tîrmeh 14, 2018 11:01 Asia/Tehran
  • Dema bidawîhatina Rewşa Awarte li Tirkiyê hat ragihandin

Berdevkê serokomarê Tirkiyê dema bidawîhatina Rewşa Awarte li vî welatî ragihand.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, Berdevkê serokomarê Tirkiyê, Îbrahîm Kalîn duh anku Îniyê li civîna nûçevaniyê li bajarê Enqereya paytexta Tirkiyê got: Rewşa Awarte li Tikriyê, dê roja 18ê Tîrmehî bi dawî were.

Kalînî her wiha got: Îmkana pêkhatina dubare ya Rewşa Awarte jî heye.

Rewşa Awarte li Tirkiyê ji 2 salan beriya niha va û li pey darbeya serneketî ya Tîrmeha sala 2016an li dijî hikûmeta Tirkiyê li vî welatî pêk hatiye.

Rewşa Awarte li Tirkiyê ji wê demê va heft caran hatiye dirêjkirin.

Dewleta Tirkiyê piştî darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an bi dehan hezar kes ji dijberên xwe avêtine zindanê.

Her wiha li ser fermana Erdoxanê serokomarê Tikriyê, tevî sepandina rewşa awarte li vî welatî, derdroa 150 hezar ji kedkarên dewletê, têkildarî vê darbeya serneketî ji karên xwe hatin derxistin.

Dewleta Tirkiyê îdia dike ku Fethulla Gulen bi bandora xwe li Rêxistinên dadwerî, leşkerî, perwerdehî û navendêîn dewletê, darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an plan dariştiye.  Lê Gulen dibêje ev îdayên dewleta Tirkiyê gişt derew in da ku bi vê riyê dewlet dijberên xwe serkut bike.