Hezîran 17, 2018 21:13 Asia/Tehran
  • Nivîsgeha HDP`ê li Istenbolê ket ber êrişê, 2 kes birîndar bûn

Li Istenbolê çend kesan bi kêran êrîşê nivîsgeha HDP`ê ya hilbijartinê kirin, di encama êrîşê de du kes birîndar bûn.

Şeva borî saet di 1:00`ê de êrişî nivîsgeha Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) hat kirin. Di encama êrîşa ku tê de kêr jî hatin bikaranîn, 2 kesên ku li ber nivîsgehê wezîfedar bûn, birîndar bûn.

Li gorî gotinên kesên şahidê bûyerê bûne, kesên êrîşkart nêzî 10 kesan bûne û hinek ji wan bi kêran êrîş kirine. Endama HDP`ê Neşe Erbil di derbarê bûyerê de got ku "du hevalên me Sedat Şahîn û Wedat Demir bi kêran hatin birîndarkirin. Me gazî polîsan kir lê polîsên ku hatin hevalên me yên birîndar kelepçe kirin. Bi awayekî eşkere polîsan jî alî wan kirin."