Hezîran 14, 2018 13:47 Asia/Tehran
  • Namzedên serokomariyê yên CHP û IYI partiyê bernamên TRTê boykot kirin

Namzedên serokomariyê yên IYI-Partî û CHPê ragihandin ku li bernamên Radiyo û Televîziyona dewleta Tirkiyê TRT boykot dikin û di civînên wê de beşdar nabin.

Li gor rapora IRNA, Namzeda Serokomariyê ya IYI Partiyê Meral Akşener û namzedê Serokomariyê yê CHPê Mehram Înce ragihandin: Ji ber ku TRT ser berjiwendiyên namzediya Erdogan û AKPê propagandeyan dike, li bernamên wê yên bi mebesta hilbijartinan beşdar nabin.

Li gor ragihandina Konseya Hilbijartinan a Tirkiyê namezdên serokomariyê yên Tirkiyê dikarin li 17 û 23 Hezîranê ji riya beşdariya li bernamên TRTê ji xelkê re bernamên xwe şirove bikin. Lê belê TRT girîngî daye propagandên namzedê AKPê Receb Teyib Erdogan, bi awayekî ku gişt fikir dikin ku ev readiyo û televîziyona netewî ya AKP û Erdogan e.

Li gor reforma qanûna bingehîn a Tirkiyê ku par li refrandomekê xelkê Tirkiyê ew piştrast kiribû biryar bû ku hilbijartinên serokomariyê û parlemanê li 3 Mijdara 2019 bi rê keve, lê belê dewleta AKP û Erdogan birêketina hilbijartinên pêşwextê ser berjiwendiyên xwe dîtin û biryar dan ku ev hilbijartinan 24 Hezîrana Îsal bi rê kevin.