Hezîran 13, 2018 13:08 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDP: Erdogan tenê li Dîyarbekrê birayên kurd tîne bîra xwe

Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bi rexnekirina lewza xeberdanê ya durû ya serokomarê Tirkîyê got: Receb Teyîb Erdogan tenê li Dîyarbekrê ``birayên kurd`` tîne bîra xwe.

Li gorî rapora Rojnama Cimhuriyetê, Sezayî Temellî hevserokê HDP`ê bal kişand ser xeberdana durû ya serokomarê Tirkîyê li deverên kurdnişîn û yên nekurdnişîn û got: Erdogan tenê dema ku tê Dîyarbekrê gotina ``birayên kurd`` bikar tîne û dema ku ji Dîyarbekrê diçe, idî birayên kurd nayne bîra xwe. Tu kes bira naxwaze, her kesî birayê xwe heye.

Wî herwiha got: Bi sîyasetên durû yln wiha hûn nikarin pêş de herin. Idî tu kes li Dîyarbekir, Wan û Hekarîyê dengê xwe nade we. Berê dengê xwe dan we lê, dîtin ku hûn li Dîyarbekrê dibin ``kurd`` û li Enqerê jî dibin``gur``. Em ê vê lîstikê bi sandiqên dengan lihev bidin. Demeke kurt heta 24`ê Hezîraên maye. Em tenê bala xwe nadin ser dengdanê, em ê dengên xwe bişopînin. Her berbenda derkeve pêşberî me jî, em ê bi hev re wan ji holê rakin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli li pişkeke xeberdana xwe jî dîyar kir ku divê opozosyon di tûra duyem de bi hevkarîyê pêngavan rake. Temelli pêşniyazek jî kir û got, ya Erdogan yan jî demokrasî, em di wê baweriyê de ne ku em ê di bin banê demokrasiyê de bicivin."

Wî herwiha got: Sedema êrîşa Erdogan ya ser HDP`ê jî ku her roj zêdetir dike ji ber wê ye ku fêhm kiriye hilbijartin dê biçe tûra duyem."