Berdevkê serokkomariya Tirkiyê ser dewama operasyona li dijî meqerên PKK teqez kir
May 18, 2018 15:58 Asia/Tehran
Berdevkê serokomariya Tirkiyê ser dewama operasyona li dijî PKK û jinavbirina wê teqez kir.
Li gorî rapora malpera rojnama Miliyetê çapa Tirkiyê, Îbrahîm Kalîn got: Tu planeke nû li bara çareserkirina mesela kurdên Tirkiyê di rojeva serokomarê Tirkiyê de nîne û rawstana li dijî wan didome.
Eva li halekê ye ku Îlnûr Çevek şêwirmendê pilebilind ê serokkomarê Tirkiyê vê dawiyê li bara hitmala destpêbûna pêvajoya nû ya çaresrkirina mesela kurdan li Tirkiyê piştî hilbijartinên seranserî ya 24 hezîranê agahî dabû.
Çavkaniyên Tirkiyê jî îro îniyê li bara êrişa balefirên cengê yên hêza hewayî ya vî welatî ser meqerên PKK li bakurê Iraqê agahî dabû.