May 13, 2018 18:38 Asia/Tehran
  • Rexneya Erdogan ji şerxweziyên Îsraîlê li Rojhilata Navînê

Serokomarê Tirkiyê, Rejîma Siyonîst bi şerxwezî û pêkanîna xofê li navça Rojhilata Navînê tawanbar kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, bereberê sefera xwe ya Brîtanyayê li hevpeyvîna bi kanala BBC`yê re bi rexneya ji êrişên hewayî yên vê dawiyê yên Rejîma Îsraîlê ser hin bargehên li axa Sûriyê pêgîrî kir: Îsraîl bi awayekî berdewam li navçeya Rojhilata Navînê, şerr û xof pêk tîne.

Erdogan bi redkirina îdiaya Îsraîlê ya li ser vê yekê ku bilindiyên Golana dagîrbûyî (70 kîlometriya Şamê), ji axa Sûriyê ve ketine ber mûşekên Îranê, destnîşan kir: Şam di van rojên dawiyê de bi caran ragihandiye mûşekên ku ser Golanê ve hatine avêtin, wek bersiva artêşa Sûriyê li êrişên Îsraîlê ser Quneyterê bûne.

Artêşa Sûriyê roja pêncşemê, 10`ê Gulanê, li dû avêtina mûşekên Rejîma Siyonîst ber bi Quneytere ya Sûriyê, bi dehan mûşek ber bi Bilindiyên Golanê ve avêtin.

Serokomarê Tirkiyê herwiha li bara dûhatên derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî hişyarî da û got: Biryara Donald Trump, serokomarê vî welatî wê bibe sedema pêkhatina pirsgirêkan di rojên dahatî de.

Erdogan bal kişand ser hebûna artêşa Tirkiyê li Sûriyê di çarçoveya hevhatina gotûbêjên Astanê ji bo pêkanîna navçeyên bêyî kêşe û herwiha got: Enqere, Têhran û Moskova di çarçoveya sekinîna li hember terorîsmê de, heya niha 10 pêgehên leşkerî yên çavdêriyê li Sûriyê pêk anîne û wê du pêgehên nû jî bi zûtî pêk werin.