Mijdar 16, 2017 14:56 Asia/Tehran
  • Li 12 gundên Farqînê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Li 12 gund û mezreyên navçeya Amedê ya Farqînê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Qedexe dê heta kengî bidome ne diyar e.

Ajansa Sputnîka Rûsyayê ji zarê çavkaniyên herêmî ragihand ku ji ber operasyonên leşkerî ji îro û pê de li 12 gund û mezreyên navçeya Farqîna Amedê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexeyê îro sibehê saet 6`an dest pê kir.

Îro 16ê mijdarê 2017an ji saet 6 sibehê qedexeya derketina derve li 12 gund û mezreyên Ferqînê dest pê dike û heta îlankirineke din li van herêman ev qedexetiya berdewam dike. Dewlet û artêşa Tirkiyê îdia dike ku ji bo parastina canê xelkê sivîl vê qedexetiyê îlan dike.