Îlon 22, 2017 13:33 Asia/Tehran
  • Erdogan ser heft mijaran bi Trump re axivt

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva pêncşemê li Newyorkê de bi hev re rûniştin û Erdogan ser 7 mijaran pêra axivt û cardin li ser neyariya xwe li hemberî kurdan sekinî.

IRNAyê îro ragihand ku Erdogan û Trump li kêleka civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Hotel Plusa Newyorkê de û bêyî hebûna nûçegihanan bi hev re rûniştin û ser mijarên curbicur ku yên girîng ayidî kurdan dibe bi hev re gotûbêj kirin.

Erdogan ji Trump xwest ku bila Amerîka piştgiriyê nede PKK û dayîna sîlahan bo YPG jî bide rawestandin. Serokomarê Tirkiyê herwiha ji Trump re xwest Fetullah Gulen ku Erdogan wê plankarê sereke ya derbeya bê encam a par li Tirkiyê dizane, ji bo darazandinê bide ber destê dewleta Tirkiyê. Herwiha serokomarê tirk ser vebûna doza dadweriyê li dij hin rayedarên berê û Halk Banka Tirkiyê ya li gor dosiyeya Riza Zarib tacirê îranî yê bûye hevwelatiyê Tirkiyê  jî bi Trump re axivt . Mesela din ku Erdogan û Trump ser axivtin mesela Refrandûma cudabûna Kurdistanê ji Iraqê bû. Mesela danîna sîstema antîmîsîl a S400 ya rûsî li nav axa Tirkiyê  û rewşa Sûriyê û hevkariya di vê mijarê de û pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê jî ji mijarên din bûn ku Erdogan û Trump ser wan bi hev re axivtin.