Tirkiye li ber sînorê bi Iraqê re meşqekê li dar dixe
Artêşa Tirkiyê ji destpêbûna meşqeka ji pêşvekivşnebûyî ya li nêzîkiya sînorê Iraqê agahî da.
Li gorî rapora Assocciated Press`ê, artêşa Tirkiyê ragihand, ev meşqa ji îro ve li nêzîkî bajarê Silopiyê li nêzîkatiya sînorê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê de, dest pê bûye.
Tirkiye dijî lidarxistina giştpirsîna cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ye û ji rayedarên Kurd ên Iraqê xwestiye ku vê giştpirsiyê îbtal bikin.
Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê jî roja şemiyê, berî sefera xwe ya Newyork`ê jibo beşdariya li 72`emîn Civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li koma nûçegîhanan li balafirgeha navneteweyî ya Stenbolê got: Biryara kurdên Iraqê ya jibo lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, kiryareke tam şaş e û Tirkiye wê îzna nade.
biryar e giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, 25`ê Îlonê were lidarxistin.