Tebax 12, 2017 08:32 Asia/Tehran
  • Li dijî pênc berpirsên dadweriyê dosye hat damezirandin

Dewsgirê birêvebirê ZÎndanê, kedkarek û sê parêzvanên zîndanê li parêzgeha Moxlaya Tirkiyê ji ber qusûra wan li kontrolkirina kincên kesên tawanbar ku kirasek bi nivîsa ``Qareman - Hero`` li xwe kiribûn, ketin bin şopandina dadweriyê.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNA`yê ji zarê çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê, ji bo van pênc kesan dosya dadweriyê hatiye damezirandin û tê gotin ku ewna hemû ji karên xwe hatine sekinandin.

Ev kesana tawanbar in ku li pêvajoya hilkolandina dosyeya tawanbarê êrîşa ser Erdoxanê serokomarê Tirkiyê li pêvajoya darbeya serneketî ya sala buhurî li parêzgeha Moxlayê, li erkên xwe qusûr kirine.

Yek ji tawanbarên vê dosyeyê ji ber qusûra van kesan bi lixwekirina kirasê bi nivîsa ``Qareman - Hero`` li dadgehê ghazir bûye.

Goghan Koçkû tawanbarê darbeya sala par li Tirkiyê derdora mehek berî viya dema çûyîna bo dadgehê kirasê bi nivîsa ``Qareman (Hero)`` li xwe kiribû û ev kirsa îro rojê bûye nimada itiraza li dijî dewleta Tirkiyê.

Liuxwekirin û firotina van cûre kirasan li Tirkiyê qedexe ye û kesên ku bi van kirasan derkevin nav civakê, wê bên girtinê.

Niha hilkolandina dosyeya 47 kes ji tawanbarê êrîşa li ser Erdoxanê serokomarê Tirkiyê li pêvajoya darbeya serneketî ya sala buhurî li vî welatî li çiqa duyem a dadgeha sûcên giran a parêzgeha Moxlaya vî welatî didome.