Muzakirên Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê îro li Brukselê
Hevgavê zêdebûna qaweta Receb Teyib Erdogan û serkutkirina neyaran, rayedarên pilebilind ên Yekitiya Ewrûpayê hin muzakire tev wezîrê karên derve yê Tirkiyê li kelekela zêdebûna fukaran li bara dûrbûna Enqerê ji nirxên YE li dar dixin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Associated Pressê, muzakirên îro piştî astengiya li muzakirên endametiya Tirkiyê li YE û rexneya li dijî hikûmeta dîktatoriyê ya Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê bi taybet ji aliyê Almanyayê ye.
Ev peywendiyên lawazbûyî bandorê dike ser muzakirên îro yên Federîka Mogêrînî, serokê karûbarên YE, Mewlûd Çawûşoglu, wezîrê karên derv e û Umer Çelîk wezîrê karên YE yê Tirkiyê ku li Brukselê tê li dar xistin.
Tê texmînkirin gotûbêjên îro li bara mijarên mîna endametiya Enqerê nav YE, daxwaza vîzayê jibo welatiyên Tirkiyê, rawestana li ber terorîzmê û enerjî û peywendiyên ticarî bin.