Tîrmeh 23, 2017 17:50 Asia/Tehran
  • Ihtimala derxistina Leyla Zana parlimantera kurd ji meclisa Tirkîyê

Ihtimala derxistina Leyla Zana parlimantera kurd ji meclisa Tirkîyê bi pejirandina pêşnîyarqanûna hevpar a Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Hereketa Netewî (MHP) bêveger e. Ji hêla din ve hikûmeta Tirkiye pasaporta parlamentera Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ucayê betal kir û geşta bi pasaporta almanî jî jibo wê qedexe kir.

Li gorî pêşnîyarqanûna hevpar a Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Hereketa Netewî (MHP), her parlimanterê/a meclisê ku sond nexwe, miaş nadinê û ti odeyek jî li meclisê jibo wî/ê nayê terxankirin û yê pêşîya pişkdarîya wî/ê li civînên meclisê yên jibo pejirandina qanûnan bê girtinê û yê taybetmendîyên parlimanterîyê ji dest bide.

Leyla Zana parlimantera kurd a Agirîyê li meclisa Tirkîyê li merasima sondxwarinê ya parlimanteran dewsa peyva `` gelê tirk`` peyva `` gelê Tirkîyê`` bikar anî ku serokê demkî yê meclisê ev yeka qebûl nekir û ewê jî bo cara duyem sondname nexwend.

Ji hêla din ve, hikûmeta Tirkiyê, bi Biryarnameya Rewşa Awarte, digel ku qedexeya derketina derveyî welat  li ser wê nîne, pasaporta Feleknas Ucayê betal kir û bikaranîna pasaporta almanî jî jibo wê qedexe kir.

Derbarê Feleknas Ucayê de, ji ber beşdariya li 6 çalakiyên salên 2015 û 2016'ê de bi tometa endamtiya rêxistina terorê û bangêşiya rêxistinê  doz hatibû vekirin û heta 15 salan cezaya zîndankirinê jibo wê tê xwestin.

Eva li halekî ye ku li gor yasayên Tirkiyê, erka hikûmet û dadgehê nîne ku, pasaporteke welatekî din betal bike.