Demîrtaş kuştina mamsotyekî ji aliyê PKK ve şermezar kir
Serokê zîndanî yê Partiya Demokratîk a Gelan , HDP li daxûyaniyekê terora mamosteyekî tirk ji aliyê PKK ve bi tundî rexne kir.
Li gorî rapora Kurdpressê û ji zarê Dogan Newsê, Selahedîn Demîrtaş li nameyekê, bi şermezarkirina kuştina Necmedîn Yilmaz, mamosteyê ciwan ê gundê Çîtifçîiyê ser bi Şanliurfayê li Tirkiyê ji aliyê çekdarên PKK ve şermezar kir û raghand: Ez kuştina vî mamosteyê Tirkiyê bi micidî şermezar dikim. Vê şîdetê hegreke rewa û exalqî tineye. Ez bi vî awayî dixwezim bidim zanîn ku em qet li ber cinayetên bi vî rengî bêden namînin.
Hêjayî gotinê ye ku meha derbasbûyî navenda medyayî ya HPG`ê bi weşandina daxûyaniyekê tevî tawanbarkirina vî mamosteyê Tirkiyê li warê sîxoriya jibo serwîstên îstixbaratî yên Tirkiyê raghandibû: Çekdarên PKK li navça Dêrsîmê bi peydakirina kesekî bi navê Necmedîn Yilmaz di 16 Tîrmeha 2017`an de ew girtiûbûn û li gundê Zage li parêzgeha Dersîmê ew ciza kiribûn. Nûça kuştina wî ku ji aliyê rayeadrên Tirkiyê ve nehatibû piştrastkirin duh piştî mehekê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hat piştrastkirin û bi fermî hat ragahandin ku ew ji aliyê PKK ve hatiye kuştin.