May 27, 2017 18:02 Asia/Tehran
  • Niftkêşa nihênî ya serokomarê Tirkîyê

Medyayên ewropî ragihandin ku malbata Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bi dizî ve niftkêşek hene ku bihaya wê çend milyon dolar e.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, medyayên ewropî ragihandin ku malbata Erdogîn bi awayekî nihênî li Maltê û grava Manê bi rêka şîrketên ku navê xwe bi awayekî sexte qeyd kirine, niftkêşek wekî dîyarî wergirtîye ku navê wê Agdaş e ku qîmeta wê zêde ji 26 milyon dolarî ye.

Ajansa nûçan a Fransayê jî ji zarê medyayên ewropî ragihand: Malbata Erdogîn karîye bi alîkarîya bazirganekî tirk ê dostê xwe ku navê wî Sidqî Ayan e û bi saya Mubariz Mensîmov mîlyarderê tikîyeyî-azerbaycanî û xwedîyê şîrketa Balmalîyê vê meseleyê nihênî û veşartî ragire.

Li gorî vê raporê, belge nîşan didin ku Sidqî Ayan Çarekek (1/4) diravê niftkêşê û Mubariz Mensîmov jî sê-çarekê (3/4) diravê wê di çarçova peymaneke kirêkirina bi şertê kirrînê ya bi awayekî nihênî dane ku malbata Erdogîn yekem qazanckerê wê ye.

Mubariz Mensîmov milyardêrekî azerbaycanî ye ku Erdogîn mafê welatîbûna Tirkîyê dayê.

Rojnama Le Soir a Beljîkayê jî nivîsî: Malbata Ayan hevpeymaneke xurt a malbata Erdogîn e û axavtinên Erdogîn û kurê wî di sala 2013`ê da ku hatine tomarkirinê nîşan didin malbata Ayan di berdêla wergirtina hin xizmetan ji dewleta Tirkîyê, bertîl daye.