May 20, 2017 11:25 Asia/Tehran
  • McGurk: Biryara biçekkirina YPGê, rastetast ji Trumpî hat

Nûnerê Serokê Amerîkayê bo têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurkî diyar kir ku biryara biçekkirina YPGê, rasterast serokomarê Amerîkayê Donald Trump daye.

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana Amerîkayê kir, Tirkiyê xwestibû ku Amerîka Brett McGurkî biguherîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşogluyî derbarê vê mijarê de wiha gotibû: "Brett McGurk di serdema Barak Obama de nûnerê taybet ê li dijî DAIŞê bû û hîn jî vê peywirê didomîne. McGurk biguhere dê baş bibe. McGurk rasterast piştgiriyê dide PKK û YPGê."

Hêjayî gotinê ye ku piştî vê daxwaza Çavuşoglu, rayedarên Amerîkayê ragihandibû ku operasyona Reqayê dê bi YPGê re bi rê ve bibin û pişta McGurkî girtibû.

McGurk li Washingtonê daxuyaniyek da û diyar kir ku talîmata dayîna çekên giran bo YPGê, rasterast ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump bi xwe bûye. Herwiha McGurckî destnîşan kir ku dayîna çekên giran, di nav biryara serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama de tine bû.

Li vê çarçovê de NBC Newsê ragihand ku berpirsekî payebilind ê birêberiya Obama ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin gotiye, birêveberiya Obama biryar daye ku hêzên kurdî ên li Sûriyê biçek bike, lê Şêwirmendê Asayîşa DYAyê Flyyn di meha Çileyê de ji Suzan Rice xwestiye ku çekan nedin hêzên kurdî, çûnku hikûmeta Tirkiyê 500 hezar dolar dabû Flynnî daku wê planê bi paş de bixe û wî jî ew plan bi paş de xist .