Dengvedana berfireh a destpêbûna hilbijartinên serokkomariya Îranê li medyayên Tirkiyê
Destpêbûna qonaxa dengwergirtina dazdehemîn dewra hilbijartinên serokkomariya Îranê li nav medyayê Tirkiyê bi awayekî berfireh deng veda û piraniya medyayê Tirkiyê ev buyera giring xistin rojevê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Anadolu News`a Tirkiyê li nûça beşa farisî û tirkî ya xwe li bara amadebûna gelê Îranê li ser 130 hezar navendên dengdayînê li Îranê agahî da û ragihand ku zêde ji 56 milyon îranî îro dikarin li hilbijartinan dengê xwe bidin.
Vê medyayê li nûçeya xwe ya ewilî beşdariya rêberê giranqedr ê inqilabê li hilbijartinê li naveroka nûçeya xwe weşand û nivîsî: ``Rêberê Îranê gel vexwend ku bila ser sindûqên dengdayînê hazir bibin``. Medya hanê her wiha bal kişand ser lidarxistina hilbijartinên serokkomariya Îranê li hin welatên biyanî ji wan Tirkiyê nivîsî: ``Îraniyên rûniştiyê Çîn, Japonya, Koreya bakurî û Niyûzîlendê û hin welatên Asiyayî ji ber ferqa demê, zûtir ji yên din li dengdanê beşadrî kirine``.
Rojnama Yênî Şefeqa Tirkiyê jî nivîsî: ``Gelê Îranê jibo bijartina serokkomar îro dengê xwe dan``.
Li gor nivîsa vê rojnamê, gelê Îranê dikarin li 130 hezar sindûqan û zêde ji 63 hezar navendên wergirtian dengan ji nav çar berbijarên ragihadî, dengê xwe bidin kesekî.