Du eskerên Tirkiyê li pevçûna tev PKK`ê hatin kuştin
Çavkaniyên nûçan li Tirkiyê ragihandin du eskerên artêşa vî welatî li encama pevçûna tev PKK`ê li parêzgeha Şirnexê hatin kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê, ev pevçûna roja îniyê li bajarê Ûlûderê li parêzgeha Şirnexê li başûrê rojhilata Tirkiyê û piştî êrişa PKK ser meqerên hêzên eskerî û jandermeriya Tirkiyê cih hat.
Li encama vê pevçûnê her wiha 2 kes ji hêzên artêşa Tirkiyê birîndar bûn.
Tê gotin eskerên birîndarbûyî yên vê pevçûnê hatine rakirin bo nexweşxanê Şirnexê û operasyona eskerî jibo şopandina endamên PKK`ê didome.
Eva li halekî ye ku rayedarên artêşê îdia kirin ku li encama pevçûna duh ya hêzên eskerî û ewlehiyê yên Tirkiyê tev endamên PKK`ê li parêzgeha Şirnexê, 26 endamên vê komê hatin kuştin.
Li gorî ragihndina erkantiay giştî ya hêzên çekdar ên artêşa Tirkiyê li heftiya bihurî li encama pevçûnên hêzên dewletî tev endamên PKK`ê li Şirnex, Hekarî, Amed û Mêrdînê, 45 kes ji endamên PKK`ê hatin kuştin.