Cotmeh 25, 2016 13:31 Asia/Tehran
  • Balafirên şerî yên Tirkiyê xelkê sivîl û şervanên kurd dikin hedef

Her çend Tirkiyê îdia kiriye ku firokên şerî yên vî welatî DAIŞ`ê û PKK li bakûra Sûriyê dike ber hedefa êrişên xwe, lê gor raporên belav bûyî ji ber van êrişên Tirkiyê xelkê sivîle Sûriyê û şervanên kurd yên ku li dij grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê şer dikin bûne hedef.

Li gor rapora ajansa Rûdawê, her çend Tirkiyê îdia dike ku firokên şerî yên vî welatî endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û endamên  PKK li bakûra Sûriyê dike ber hedefa êrişên xwe, Firokên şerî yên vî welatî şeva bihurî bilî piştevaniya ji terorîstên Artêşa Azad yên ku Enqera ji wan piştevaniyê dike, 51 pêgehên PYD li bakûra Sûriyê bombebaran kirin û wan ragihandine ku 14 şervanên kurd li van êrişan hatine kuştin.

Bingehên nûçan ragihandine li van êrişên hewayî yên Tirkiyê bilî kuştina xelê sivîl û şervanên kurd, 4 terorîstên artêşa azad hatine kuştin û 20 kesên sivîle din jî birîndar bûne.

YPG ragihandiye, Firokên şerî yên Tirkiyê ji roja çarşemê êrişên xwe yên ser pêgehên PYD zêde kirine û mihana vî şerî jî eva ye ku ew êrişî ser pêgehên PKK û DAIŞ`ê dike.

Ji aliyê din ve bingehên nûçan ji Iraqê jî ragihandine firokên şerî yên Tirkiyê bi mihana êrişa ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê jî bombebaran kiriye ku ji ber van êrişanherî kêm sê kes ji xelkê sivîl hatine kuştin.