Îlon 19, 2020 19:37 Asia/Tehran
  •  Lavrov: Qanûna Sizar welatiyên sûrî dike hedef/ hevkariya Emerîkayê bi kurdan re dûhatên xwe yên giran heye

Wezîrê derve yê Rûsiyê hişyarî da şêwaza ku Emerîka li hember kurdên Sûriyê girtiye ber xwe dûhatên xwe yên nalebar bo hemî navçê heye.

 Sergeyî Lavreov wezîrê derve yê Rûsiyê got: Em dilgiranê rewşa erdên rojhilata Firatê yên di bin kontrola kurdan in. Eskerên emerîkî ku li wir bi cih bûne, berpirsê handana kurdan bo zêdekirina xwestekên wan li bara cudayîxwaziyê ne. 

 Wezrê derve yê Rûsiyê got: Emerîkî kurdan li dijî dewleta Sûriyê pîj dike û nahêlin ew bi Sûriyê re muzakirê bikin. Ev mesela gelek dilgiraniyan çêdike, ne tenê ji babet yekperçetiya erdên Sûriyê belkî ji babet zêdebûna asta gurrbûna mesela kurdan ji ber reftarên Emerîkayê. 

 Lavrov got: Emerîkî mîna caran kiryarên bi vî rengî dikin ku aloziyê çêbikin. Ew li encama reftara xwe nafikirin. Ger tim mesela cudayîxwaziya kurdan gurr bikin muhtemel e dûhatên nalebar bo navçê hebe. 

 Wezîrê derve yê Rûsiyê her wiha boykotên yekalî yên Emerîkayê li dijî Sûriyê şermezar kir û got: Qanûna Sizar û kiryarên din ên welatên rojavayî li dijî Sûriyê berî her tiştî derbê li welatiyên sûrî dixe û eva berûvajiya  dew û dozên welatên rojavayî ye.

Serepeyv