Îlon 14, 2020 22:13 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqîneke mezin çê bû: Kuştî û birîndar hene 

Li Efrîna yê bakurê rojavayê Sûriyê teqîneke mezin çê bû. Çavkaniyên taybet ragihandin ku teqîn li nêzikî avahiya qayimqamiyê çê bûye û Efrîn hejandiye.

Li gor agahiyên destpêkê teqîn bi otomobîlek bombekirî hate pêkanîn û di encamê de hejareke kuştî û birîndar hene.

Medyaya Tirkiyê jî ragihand ku teqîn li Xaçarêya Kawayê bûye û di wê teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî îro bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku  roja12 Îlonê li dijî baregehên artêşa Tirkiyê li Cindirêsê êrişek pêk anî ku di encamê de 7 leşker hatine kuştin, 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûn. 

Serepeyv