Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
Îlon 13, 2020 15:33 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 21 kesên din bi vîrusa korona ketine û 11 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.
21 kesên bi vîrusa korona (Covid-19) ketine ji van herêman in:
Hesekê: 8
Girkê Legê: 5
Qamişlo: 4
Dêrik: 3
Amûdê: 1
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 11 kesên din ên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.
Tevî hejmara îro hatiye ragihandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 840 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 46 kesan jiyana xwe ji dest daye û 282 kesên din jî baş bûne