Nîsan 01, 2020 11:15 Asia/Tehran
  • Pergalên parastina Hewayî ya Sûriyê êrişa mûşekî ya Rejîma siyonîstî işkand

Li gor ajansa SANA ya Sûriyê, Pergalên parastina Hewayî ya vî welatî hedefên dijber ên li ser asmana Humsê ku wer xuya dike mûşekên Rejîma siyonîstî bûn şikandin.

Ajnasa SANA ya dewleta Sûriyê ragihand, pergalên parastinê yên asmanî êrişên bi moşekan ên ku ji asîmanê Lubnanê derketin û xuya ye yên Rejîma siyonîstî ne, şikandin.

Li gorî nûçeya SANA‘yê "Êriş li dijî bargeheke leşkerî ya Sûriyê li Humsê pêk hat. Pergalên parastinê yên asmanî li Humsê hejmarek moşek beriya ku bigihêjin armancên xwe şikandin."

Ajansa SANA nuqeteyên ku hatine hedefgirtin bibîr nexistin û wiha diyar kir: "Pergala parastinê ya asmanî hedefên dijber ên li asmana Humês şikandin."

Rejîma Siyonîstî ji bo piştgiriya ji terorîstên li Sûriyê bi caran êrişên hewayî û mûşekî li dijî Sûriyê pêk anîne.

Krîza Sûriyê wala 2011 bi piştgiriya Amerîka û hin welatên rojavayê û navçê yên wekî Brîtanya, Tirkiye, Erebistan û Qeterê ji Terorîstan despê bû û aqubet dewleta Sûriyê karî bi alîkariya şêwirmendên leşkerî yên Îranê û alîkariya leşkerî ya Rûsyayê, terorîstan têk bibe û piraniya axa xwe azad bike.