Çile 14, 2020 08:49 Asia/Tehran
  • Hejmara hêzên amerîkî li Sûriyê zêde bû

Medyayên Tirkiyê qala şandina hêzên nû yên amerîkî bo bakurê rojhilata Sûriyê û navçeyên niftzêm ên vî welatî kirin.

Ajansa Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê roja Duşemiyê ragihand ku bi sedan çekdarên amerîkî di 24 saetên bihurî da bi 120 treyliyên tijî çek û muhîmat ji navçeya El Welîda Iraqê derbasî nav axa Sûriyê bûne û di halê hereketa ber bi navçeyên Heseke û Dêra Zorê li vî welatî ne.

Amerîkayê piştî destdirêjiya Tirkiyê ya bi navê Kaniya Aştiyê ser bakurê rojhilata Firatê û navbera Serî Kanî û Girê Sipî, bi sedan treyliyên tijî çek û muihîmat şandine navçeyê.

Amerîkayê li navçeyên niftzêm ên Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk da ne, çek û amûrên leşkerî musteqer kirine.

Hêzên çekldar ên Amerîkayê li Heseke, Reqa û Dêrazorê ku di bin kontrola hêzên Kurd da ne, yazdeh baregeh û rawestgehên leşkerî û Itilaatî dayîr kirine.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê di 23ê Cotmeha 2019ann ragihand ku meydanên petrolê yên Sûriyê li rojhilata vî welatî xistine bin kontrola xwe û hêzên çekdar ên amerîkî dê li van deran bimînin.