Çile 13, 2020 11:51 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkîyê talankirina dexl û danên bajarên Serêkaniyê û Girêspî rewa dike

Dewleta Tirkîyê hewl dide talankirina dexl û danên herêmên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê dagir kirine bi rêya lihevkirina digel grûpên ser bi Enqerê li nav axa Sûriyê ku wan bi navê "Hikumeta Demkî" dide nasandin, rewa bike.

Li gorî vê lihevkirinê, şêniyên Serêkaniyê wê hasil û dexl û danên xwe bi bihayên gelek erzan bifroşin dewleta Tirkîyê.

Ebdulhekîm El-Misrî ku wek wezîrê aborî yê "Hikumeta Demkî" ya Tirka li bakûr rojhilata Sûriyê tê nasîn û desteka xwe ji Tirkiyê digire û îdia dike ku girêdayî opozîsyona Sûriyê ye, ragihand ku wî bi dewleta Tirkîyê re lihevkirinek mohr kiriye. Li gorî wê lihevkirinê, Tirkiye wê ceh ji bajarê dagirbûyî yê Girêspî bikire.

Li gorî gotina El-Misrî, dewleta Tirkîyê wê her tonek ceh ji cureya yekemîn bi hezar û 100 lîreyên Tirkiyê yanî 200 dolaran ji cotkarên herêmê bikire.

Artêşa Tirkîyê û çeteyên qaşo Artêşa Watanî ya Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kirin. Di êrişên xwe de tevahiya cureyên çekên giran, balafir, tank bikar anîn. Her wiha artêşa Tirkîyê û çeteyên wê gelek komkujî li dijî şêniyên bajarên Girêspî û Serêkaniyê pêk anîn.

Piştî ku artêşa Tirkîyê û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê û Girêspî dagir kirin, milkên sivîlan û herwiha depoyên her du bajaran talan kirin.