Kanûn 11, 2019 09:54 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Berpirsiyariya paqijkirina etnîkî li bakurê Sûriyê ser ustiyê Amerîka û Rûsiyê ye

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ragihand ku biryara serokomarê Tirkiyê jibo bicihkirina miliyonek awareyan li navçeyên bakurê Sûriyê karekî metirsîdar e û got ku em ji Rûsiye û Amerîkayê dixwazin ku rê li ber guhertina demografiya vê deverê bikin, ji ber ku ewna berpirsiyarê lihevkirina agirbesê li Sûriyê ne.

 

Mezlûm Kobanê, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) derbarê biryara Txirkiyê ya bicihkirina awareyan li bakurê Sûriyê li ser rûpela xwe ya Twitteê nivîsî: Biryara serokomarê Tirkiyê ya bicihkirina miliyonek awareyan li navçeyên dagîrkirî yên Girê Sipî û Serî Kaniyê metirsîdar e û ev bi wateya guhertina demografiya navçeyê ye.

Wî her wiha derbarê rola Azmerîka û Rûsiyê derbarê agirbesê jî got: Em ji Amerîka û Rûsiyê dixwazin ku di vî warî da erka xwe bi cih bînin û rê li ber van hewildanan bigirin. Her wiha em dixwazin ku ewnan rê jibo vegeriyana nişyecîhên resen ên van navçeyên ser mal û milkê xwe xweş bikin.

Pêştir Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ragihand ku Enqerê projeyek jibo avakirina cihekî nû jibo zêde ji miliyonek awareyan li navçeyên nêzikî sînorê Tirkiyê nemaze li navçeyên dagîrkirî di Cotmeha 2019an ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên ser bi Enqerê dest pê kiriye.