Kanûn 03, 2019 16:13 Asia/Tehran
  • Zêde ji 600 awareyên sûrî zivirîn welatê xwe

Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê ragihand ku nêzî 670 awareyên din ên sûrî zivirîn welatê xwe.

Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê di daxûyanîyekê de ragihand: "Mideha 2 rojên buhurî de bi sedan awareyên sûrî ji Libnan û Urdinê bi rêya derîyên sînorî yên Cedîde-Yabûs, Tilkilx û Nesîbê derbasî Sûrîyê bûne."

Ligorî wê daxûyanîyê, hejmara penaxwazên ku ji 18`ê Tîrmeha sala 2018`an ve ji Libnan û Urdinê zivirîne Sûrîyê, giheştîye 480 hezar kesî.

Navenda Aştîya Ûrsêtê li Sûrîyê, Mijdara buhurî jî ragihand ku 933 awareyên sûrî zivirîne Sûrîyê.