Kanûn 01, 2019 18:09 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê êrişa têrorîstan ser Idlibê pûç derxist

Hêzên Artêşa Sûrîyê êrişa berfire ya têrorîstan ser hin deverên derdora başûra Idlibê pûç derxistin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê, têrorîstan di encama êrişekê de hewil dan li hin deverên derdora Idlibê serdest bin lê, pêrgî berxwedana hêzên Artêşa Sûrîyê bûn û êrişa wan hat pûçkirinê.

Di encama wê êriş û berxwedanê de çend têrorîst hatin kuştinê.