Daxwaza Îlham Ehmedê ji Ewrûpayê: "2000 hêzên eskerî bişînin sînorên Tirkiyê-Sûriyê"
Îlham Ehmed, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk ( MSD) li axiftienkê xitabî welatên ewrûpî diyar kir: "Bona girtina pêşiya guhestina terorîstên DAIŞê bo welatên ewrûpî, Ewrûpa divê 2 hezar hêza eskerî bişîne sînorên Tirkiyê- kurdistana Sûriyê."
Li gorî rapora Kurd Press`,hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk ( MSD) li axiftinekê xitabî welatên ewrûpî diyar kir: "Heta dema ku Ewrûpa li hember Tirkiyê tivdîrên micid berçav negre, pêla şerxwazên koma terorîstî ya DAIŞê dê gefê li Ewrûpayê bixwe. Ev tivdrên qahêm dikain rawestandina endametiya Tirkiyê li Yekitiya Ewrûapyê û muzakirên ticarî- aborî bin."
Li gorî rapora KRD News`ê, Îlham Ehmedê li axiftinên xwe destnîşan kir: "Kiryara ku Emerîkayê ji ber hez û meyla xwe ya kesane bo derxistina hêzên xwe ji bakurê Sûriyê kir gefeke mezin çê kiriye. Vê kiryarê rê da ku piraniya endamên DAIŞ`ê birevin û ew dê bona dewama xebatên xwe yên terorîstî dê vegerin welatên xwe. DAIŞ bo Inglîz û Ewrûpayê gefeke pir mezin e. Terorîstên DAIŞê bi valahiya ewlehiyê û nebûna kontrolê ku pêk hatiye dikarin birevin sînorên Ewrûpayê."
Wê li bara riyên girtina pêşiya vê kiryarê destnîşan kir: "Ewrûpa divê bi şandina 2 hezar hêzan bo sînorên Tirkiyê- Kurdistana Sûriyê pêşiya derketian terorîstên DAIŞ`ê bigre û hemî ticareta çek û sîlehên Tirkiyê rawestîne. "
Tirkiye jî divê li bara dewama zindanîbûna terorîstên DAIŞê li navçên ku xistine bin kontrola wxe de, garantiyên pêdivî raber bike.