Mijdar 06, 2019 15:51 Asia/Tehran
  • Peyama Mezlûm Kobanî bo rêvebirên Herêma Kurdistana Iraqê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî di peyamekê de ji rêvebirên Herêma Kurdistana Iraqê û şexsê Mesûd Barzanî xwest ku di qonaxa nika de bi Kurdên Sûrîyê re hevrê bin.

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî di peyamekê de bo rêvebirên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Em di demeke dîrokî re derbas dibin.

Mazlûm Kobanî anî ziman ku divê em biryarên dîrokî bidin û ew dixwazin hemû partiyên Kurdan bi wan re bin û ew naxwazin tenê bin û daxwaza yekrêziya Kurdan dikin û ew bi hemû partiyan re axivîn û helwesta wan erênî bûye.

Kobanî got: “Îro Kurdistana Sûrîyê di rewşeke taybet re derbas dibe. Dewleta Tirkîyê êrişî dikeû hevsengiyên nû pêk hatine. Hêzên navdewletî niha li herêmê ne. Niha peywendiyên me bi Rûsa, Amerîkayê û hikûmeta Sûriyê re hene.”

Wî herwiha got: Di yekrêzî û yekdengiya li Kurdistana Sûrîyê de rolake girîng a rêveberiya Herêma kurdistanê heye û wiha pê de çû: “Em dizanin gelek aliyên Kurd guhdariya wan dikin. Bangawaziya me ew e ku rêveberiya Herêma Kurdistanê û bi taybetî Serok Barzanî di vê mijarê de roleke wan a erênî hebe. Em dikarin bi hev re vê pêvajoyê di berjewendiyên Kurdan de bi awayeke serkevtî bidawî bînin.”