Cotmeh 19, 2019 08:34 Asia/Tehran
  • Zerîf bi telefonê digel Çavûşoglu derbarê alûgurên bakura Sûrîyê de axivî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê re derbarê dawîn alûgurên herêmê nemaze rewşa bakura Sûrîyê de rawêjkarî kirî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf di dewama rawêjkarîya digel rayedarên herêmê, şeva buhurî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu re têkildarî rewşa bakura Sûrîyê gotûbêj kir.

Tevî lihevkirina Amerîka û Tirkîyê têkildarî pêkanîna agirbesê li bakura Sûrîyê, Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi wê 3 sietan piştî ragihandina wê agirbesê dest bi êriş û topbarankirina Serêkanîyê kirin.

MSDê ragihand ku duh gundê Bab Xeyr li başur rojhilatê Serêkaniyê ketîye ber êrişan ku di encama wê êrişê de 5 endamên HSDê û hejmareke kesên sivîl bûne qurbanî. MSD`ê herwiha ragihand ku êriş dibin sedema astengkirina rizgarkirina birîndaran û xelkê sivîl.