Cotmeh 12, 2019 19:41 Asia/Tehran
  • Yekitîya Ereban: Tirkîye dixwaze dêmogirafîya bakura Sûrîyê biguhêre

Sêkrêtêrê Gişt Yekitîya Ereban di civîna awarte ya wê yekitîyê têkildarî Sûrîyê de tevî şermezarkirina êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê ragihand ku Tirkîye dixwaze dêmogirafîya bakura Sûrîyê biguhêre.

Sêkrêtêrê Gişt Yekitîya Ereban Ehmed Ebulgeyt di civîna îro ya Wezîrên karên Derve yên wê yekitîyê derbarê Sûrîyê de, tevî şermezarkirina êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê xwest ku ew opêrasyona were rawestandinê.

Wî amajeyî vê yekê kir ku ewlehîya pişkeke Sûrîyê pişkeke ewlehîya netewî ya Ereban e û ji Tirkîyê xwest ku opêrasyona li bakura Sûrîyê rawestîne û hêzên xwe ji axa Sûrîyê derîne.

Ebulgeyt pêgirî kir ku opêrasyona Tirkîyê li bakura rojhilata Sûrîyê, êrişa zorbêjane ser axa welatekî Ereb û serxwebûna wî ye û dîyar kir ku Tirkîye berpirsê wê êrişa zorbêjane ya bitaluke ye.

Ebulgeyt herwiha got ku armanca Tirkîyê ji êrişa ser Sûrîyê, dagirkirin ûcidakirina pişkeke axa Sûrîyê ye.

Sêkrêtêrê Gişt Yekitîya Ereban xwest ku Civata Ewlehîyê ya NY bikeve dewrê û rêketinameyeke navnetewî di warê şermezarkirina dagirkerîya Tirkîyê li Sûrîyê pêwîst zanî û xwest ku ew dagirkerî zûka bê sekinandin.

Sêkrêtêrê Gişt Yekitîya Ereban Ehmed Ebulgeyt got ku Tirkîye jibo dagirkirina deverên bakura Sûrîyê û derxistina niştecihên wan hewil dide û rapor nîşan didin ku nêzîkî 300 hezar kes ji mal û warê xwe aware bûne û bilî wê dilgiranî derbarê ramalîna nijadî li wê navçeyê heye.