Êrişa Terorîstan li Helebê û kuştî û birîndarbûna 15 sivîlan
Tîrmeh 23, 2019 11:00 Asia/Tehran
Çavkaniyên Ewlehiyê yên Sûriyê ragihandin ku terorîstan çend gullên hawanê li du bajarokên derdora Helebê xistin ku di encamê de 15 kes ji xelkê sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Fars Newsê ragihand ku çekdarên terorîst duh êvarê bajarokên Cemîliye û Hemdaniye li derdora Helebê ya bakura Sûriyê kirin armanca çendîn gullên hawanê ku di encamê de 7 kes ji xelkê sivîl hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn.
Komên terorîst yekşemiya hefteya borî jî çend deverên bajarê Helebê kirin armanca gullên hawanê ku di encama wê de jî heşt sivl hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li deverên rojavaya Helebê komên terorîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike her roj vî bajarî û derdora wê didin ber gullên top û hawanê.