12 hêzên HSD`ê li bakura rojhilata Sûrîyê hatin kuştinê
Tîrmeh 21, 2019 18:03 Asia/Tehran
Di encama 2 teqînan li başûra Hesekê de 12 hêzên HSD`ê hatin kuştinê û çend kes jî birîndar bûn.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Farsê, dema maşîneke hêzên Asayişê ser bi HSD`ê li taxa Xiwêranê derbas dibû, matorsîklêteke bombekirî teqîya ku di encamê de 4 hêzên Asayişê yên HSD`ê canê xwe ji dest dan û maşîna wan jî tam ji nav çû.
Malpera Nûçan a Beled`ê jî ragihand ku roja Şemîyê teqînek jî li başûra Hesekê qewimî ku di encamê de 8 hêzên HSD`ê hatin kuştinê û çend kes jî birîndar bûn.
Teqîna duyem li başûra Hesekê jî ji ber teqîna matorsîklêta bombekirî li bajarokê Merkedê qewimîye.
Eva di rewşekê re ye ku medya kurdî li Sûriyê û bakura Iraqê dibêjin ku ji ber teqînên hanê ti xisareke canê çê nebûye.