Çile 20, 2019 19:26 Asia/Tehran
  • Kuştî û birîndarên Efrînê zêde bûn

Bingehên sûrî ragihandin ku ji ber du teqînên terorîstî li bajarê Efrînê li bakûra vî welatî 10 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sputnîkê, Îro yekşemê li bajarê Efrînê yê bakurê Rojavayê Sûriyê, du teqîn li nîzikiya pirêya Seraya qewimîn ku 10 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Îro danê sibehê li nav bajarê Efrînê dengê du teqînan hat bihîstin.

Tê gotin ku her du teqîn jî di encama teqîna bombên vedayî de qewimîne. Bombek bi mînbûsekî de teqiyaye ku bûye sebeba kuştina 3 kesan û birîndar bûna 12 kesên din. Nayê zanîn ka di nav wan de çekdar jî hene yan na. 

Li gorî agahiyan, bomba din jî, ji aliyê hêzên asayişê ve û beriya ku ji aliyê kesên ku bomb danîne ve were teqandin, hatiye teqandin ji ber wê jî ti ziyana canî di wê teqînê de nebûye. 

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê, ku yek ji çavkaniyên fermî yên dewleta Tirkiyê ye îdia dike ku ew teqîn ji aliyê YPGê ve hatine kirin û kuştî û birîndarên wan teqînan jî hemû sivîl bûne.

16 Kanûnê jî ji ber teqînekî terorîstî li Efrînê qewimî ku ji ber vê teqînê jî 5 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

YPG heya niha ti pêngaveke wiha li dij sivîlan neavêtiye û teqînên wiha piranî ji aliyê DAIŞê û komên fanatîk yên bin destê dewleta Tirkiyê  cih tên û pir muhtemel e ku hikûmeta Tirkiyê dixwaze vê rewşê li gor hedefên xwe bikar bîne.

Dewleta Tirkiyê û terorîstên ser navê Artêşa Sûriya Azad ku ji komên terorîst û cihadîst ên wek Bereya El-Nusre, Ceyş el Îslam û DAIŞê pêk hatine piştî du mehan êrişên hewayî û bejahî ser bajar û gundên Efrînê û kuştin û birndarkirina bi sedan kesên sivîl ku gelek jin û zarok jî di nav wan de bûn aqubet ev bajara li 18 Adarê sala 2018 dagîr kirin.