Kanûn 18, 2018 11:41 Asia/Tehran
  • Muelim: Karê sereke ji bo Şamê azadkirina Idlibê ye

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim şeva çûyî ragehand: Karê sereke ji bo Şamê azadkirina Idlibê li bakura rojava Sûriyê ji bin destê terorîstan e.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di çarçoveya hevdîtinekê li gel xwendevan û mamostayên zanîngeha Şamê de desnîşan kir ku deshilata Sûriyê gotûbêjên ji bo azadiya Idlibê pêşvetir ji her tiştî dizane û ragehand ku Şamê biryara cidî daye ku gişt axa Sûriyê azad bike.

Muelim herwiha axivtina ser despêbûna karê Komîteya Qanûna Bingehîn hîn zû da zanînê û got: Paşdaketina karê vê Komîteyê ji ber mudaxileya hin welatên rojavayê di nav vê komîteyê de ye û ji aliyê din ve Tirkiye jî astengî û keviran ser riya vê komîteyê datîne û nahêle karê wê despê bike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê li bara lihevkirina Sûçiyê li bara Idlibê jî got: Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û terorîstên ser bi wî hîn ti soz û qirareke xwe li bara vê lihevkirinê cih neanîne û astengiyan têxin ber riya cihatina wê.

Serokomarên Rûsya û Tirkiyê 17 Îlonê li bajarê Sûçiya Rûsyayê bi mihaneya parastina canê sivîlan li hev kirin ku bila operasiyona leşkerî li Idlibê cih neyê û devereke neleşkerî li vê parêzgehê pêk were da ku hikûmeta Sûriyê bêyî xwînrijandinê Idlibê ji bin destê terorîstan derxe, lê belê Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi xwe ser riya cihatina vê lihevkirinê astengiyan çê dike.

Li axivtina hanê de wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha ragehand ku welatê wî li dijî rêveberiyeke kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê ye.