Kanûn 16, 2018 16:43 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Kurdên Sûrîyê girêdayîyê hîç dewletekê nînin

Berpirsê Peywendîyên Dîplomatîk ê Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) Salih Muslim dibêje ku hevpeymanîya kurdan stratejîk e û ew ser bi tu dewletekê nînin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, ji destpêka hevalbendîya kurdên Sûrîyê û Amerîkayê di sala 2014`an ve ev pirsa hertim hebûye ku gelo ev têkilîya demdirêj e yan Amerîka kurdan wekî darê destan ê demkî û bi awayekî taktîkê li Sûrîyê bikar tîne?

Serokê berê yê PYD`ê û Berpirsê Peywendîyên Dîplomatîk ê Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) Salih Muslim li hevpeyvîna digel Rojnama Dayli Telegiraph`ê dibêje ku kurdên Sûrîyê ser bi hîç dewletekê nînin û em tenê hevpeymanên stratejîk in.

Wî derbarê gefên vê dawîyê yên Tirkîyê derheq pêkanîna opêrasyonê dijî rojhilata Firatê jî got: Kurd ji mêj va ye ku li bendê ne Tirkîye liv û tevgerekê bike lê, em hêsan paşda naçin. Ji hêla din ve mijara hewildana dewleta Şamê ji bo lêstandina deverên di bin kontrola kurdên vî welatî da jî di rojevê da ye. Kurdan vê havînê hin muzakire bi Şamê ra kirin ku encameke berbiçav tinebûn.

Rayedarê Tevgera Guherîna Dêmokiratîk li Qamişloyê Xelef Dawûd jî derbarê gotinên Serokomarê Sûrîyê derheq jêstandina deverên kurdnişîn ên Sûrîyê da ji Rojnama Dayli Telegiraph`ê gotîye ku ``em divê vê gotina Bişar Esed ciddî bizanibin, heke ew vî şansî bi dest bixe ta ku Rojava bêxe bin kontrola xwe, dê vî karî bike.``

Wî pêgirî kirîye ku dema Şam lawaz bû jî amade nebû ku bi kurdan ra kar bike, niha ku bihêz bûye, dê wan deverana tam bêxe bin kontrola xwe.

Rayedarên ku havînê bi dewleta Şamê ra muzakire kirine dibêjin ku Şam hazir nebû serpişkîya herîpiçûk bide kurdan.

Hevseroka Komîteya Kargêr a Rêvebirîya Xweser li bakura Sûrîyê Fewza Yûsifê jî li hevpeyvîna digel Rojnama Dayli Telegiraph`ê derbarê daxwazên kurdan da got: `` Hin tiştên isûlî û bingehîn hene ku em nikarin desta ji wan bikişînin, pêwîst e ku em ji mafên dêmokiratîk, çand û zimanê xwe berevanîyê bikin.``

Wê herwiha got: Lê hin tişt hene ku mirov dikare derbarê wan da muzakirê bike. Em nabêjin ku her tişt ji me re be lê, divê gelê vira ji hin tiştan sûdmend bibin.``

Fewza Yûsifê bal kişand ser destkevtên kurdan ji wan kontrolkirina nêzî yek ji çarê axa Sûrîyê ji destpêka qeyrana Sûrîyê ji sala 2011`ê ve û got: `` Em nikarin bizvirin rewşa xwe ya di sala 2011`ê da ku hîç tişteke me tinebû. Me ewqas têkoşîn ne ji bo jinavçûna destkevtên xwe kir.