Kanûn 15, 2018 07:29 Asia/Tehran
  • Trump hewl dide rê li ber êrişa Tirkiyê ya ser HSD`ê bigre

Dewleta Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî cidî li ser wê yekê dixebite ku rê li ber operasyona nû ya leşkerî ya Tirkiyê ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bakurê rojhilatê Sûriyê bigre.

Rojnama Wall Stret Jornalê ragihand ku her êrişeke Artêşa Tirkiyê bo ser HSD`ê, leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê yên li Sûriyê dê bixe metirsiyê û bandoreke mezin li ser şerê DAIŞ`ê jî bike û ev mijar di peywendiya telefonî ya duh ya navbera Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û Serokomarê Amerîkayê Donald Trump de jî bûye mijara gotûbêjê.

Çend rayedarên Amerîkî li ser naveroka peywendiya telefonî ya duh ragihandin ku Donald Trump Serokomarê Tirkiyê han daye ku êrişeke leşkerî encam nede.

Rayedarekî Tirkiyê jî li hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Firansayê diyar kir ku di peywendiya telefonî de Serokomarê Tirkiyê nîgeraniyên xwe yên "li ser şervanên Kurd ên li Sûriyê" ji Serokomarê Amerîkayê re ragihandiye, ku weke baskekî PKK`ê dibîne.

Wî rayedarê Tirkiyê herwiha gotiye ku “herdu serok li ser pêwîstiya hevahengiyeke bibandor a li Sûriyê li hev kirine" lê, eşkere nîne ku gelo gihiştine rêkeftineke rêgirtina li ber operasyona Tirkiyê yan na.

Li gor gotina rayedarên Amerîkayê, roja pêncşemê (13-12-2018) Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ligel hevtayê xwe yê Tirkiyê û Fermandarê Navendî yê Artêşa Amerîkayê jî ligel hevtayê xwe yê Tirkiyê axivîne û mijara sereke ya axaftina wan jî heman mijar bûye.

Nêzîkî du hezar şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê li Kurdistana Sûrîyê û li çend herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê hene.