Sûriyê ji ber cinayeta Emerîkayê ya li Dêarzorê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî doz vekir
Dewleta Sûriyê bi şandina hin nameyan bo sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û serokê konseya ewlehiyê cardinê cinayetên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê li Dêrazorê protesto kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Sana Newsê,Wezareta karên derve ya Sûriyê bi şandina du nameyan bo sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û serokê konseya Ewlehiyê nivîsî: Hevalbendiya bi serokatiya Emerîkayê cinayeta li dijî xelkê sivîl ên sûrî li navçên curbicure vî welatî didomîne ku ya dawiyê êrişa balefirên cengê yên hevalbendiyê li roja duşemiyê ser gundê Şefe û bajarok û gundên din li derdora Dêrazorê ye ku li encama wê zêde ji 60 xelkê sivîl hatin kuştin an birîndar bûn û bi sedan kes jî aware bûn.
Dewleta Sûriyê li peyamên xwe yên berê raghandibû ku êrişên vê hevalbendiyê û dewam êrişên bi xwîn ser xelkê sivîl ên bêguneh bi qest e û bûye kiryreke berdewam ku li wan cureyên çekên qedexe yên mîna bombeyên fusfurê sipî dixebtînin. Şamê ji Konseya ewlehiyê xwest ku bila bona rawestandina van cinayetan û dubarenebûna wan demlidest bikevin tevgerê.
Wezareta karên derve ya Sûriyê li vê peyama xwe de ragahndiye: Cinayeta hevalbendiya navneteweyî li gundên Şefe û cinayetên berê nîşana têkçûna tam a nirxan û prensîpên exlaqî ne ku ji dema hevhatina ser damezrandina NY welatên cîhanê berpirsiyar bûne rêzê jê bigrin û wê biparzêin.
Vê wezaretxanê di dawiyê de nivîsî: Dewama bêdengiya Konseya Ewlehiyê li hember van cinayetana û sebebkarên wê, welatên destdirêjkir bo dewama kuştina xelkê sivîl û awarekirina wan han daye û Konseya ewlehiyê û civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li warê cihanîna hemî berpirsiyariyên xwe lawaz dike.