Mijdar 13, 2018 17:31 Asia/Tehran
  • Hêzên esmanî yên Amerîka û Fransayê dê çavdêriya ser sînorê Tirkiye - Bakurê Sûriyê bikin

Li pey hevdîtina rayedarên Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) tev desteya amerîkî-fransî biryar hatiye dayînê ku ji niha û pê va hêzên hewayî yên Amerîka û Fransayê çavdêriya ser sînorên navbera Tirkiye û Sûriyê bikin.

Li gorî rapopra Kurd Pressê ji zarê ajansa nûçeyan a Zer Newsê, Li gorî agahiyên bidesthatî ji çavkaniyên herêmî, desteyeka amerîkî-fransî pêkhatî ji fermandarên hevpeymaniya dijî DAIŞê li bajarê Girê Sipî tev desteyeka fermandarên Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) hevdîtin pêk anîn û li pey vê hevdîtinê biryareka girîng dane ku ev biryar têkildarî Tirkiyê ye.

Piştî vê civîna dualî, desteya amerîkî-fransî biryar dane ku dewsa geşt û gerrên hevpar tev HSDê li sînorên bakurê Sûriyê û Tirkiyê, ji niha û pêva hêzên hewayî yên Amerîka û Fransayê çavdêriya li ser van sînoran bikin.

Ev nûçe li halekî tê weşandin ku ji 2 rojan beriya niha va hin çavkaniyên ne fermî qala firrîna firokeyên şêrr ên Artêşa Amerîka û Fransayê li ser sînorên navbera bakurê Sûriyê û Tirkiyê û çavdêriya ser van sînoran kirbûn.

Hêjayî gotinê ye ku li pey bombebaranên heftiya pêş a topxaneya artêşa Tirkiyê ser hin navçeyên Kobanî û Girê Sipî, hêzên amerîkî geşt û gerreka hevpar tev HSD li navçeyên navbirî kiribûn ku bi cûrekê wek sekinîna Amerîkayê li hemberî êrîşên Tikriyê ser Rojhlata Firatê hatibû zanîn.