Îlon 19, 2018 12:35 Asia/Tehran
  • Muslim: Tirkiye dixwaze komên têrorîst ji Idlibê bişîne nav Efrînê

Endamê Komîteya Têkiliyên Dilopmatîk a TEV-DEM û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got ku Tirkiye dixwaze çekdarên li Idlibê bişîne nav Efrînê û derdora wê. Muslim herwiha got: “Em bi hêvî ne vê carê jî Kurd nekevin nava bazara Rûsya û Tirkiyê.”

Endamê Komîteya Têkiliyên Dilopmatîk a TEV-DEM`ê Salih Muslim da xuyakirin ku li gor pilana Tirkiyê ew çekdarên ku ji Idlibê bêne derxistin dê li Efrînê û derdora wê bêne bicihkirin û got: “Lihevkirinek pêk hatiye. Tirkiye pilan dike komên terorîst ên li Idlibê derbasî Efrînê bike.

Salih Muslim ragihand ku heger çekdarên li nav Idlibê ber bi Efrînê ve bêne şandin, wê demê, dê şer di navbera wan çekdaran û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de derkeve û got: “Efrîn gelekî girîng e û divê vegere bin kontrola xelkê wê.”

Muslim ev yek jî anî zimîn ku rewşa Idlibê bi temamî ne zelal e, lê pilana Rûsyayê tê bicihkirin û got ku heya niha ne xuya ye ka Rûsyayê çi daye Tirkiyê, ku ew li Soçî ji bo Idlibê razî kiriye.

Muslim wiha got: “Bila her kes armanca Tirkiyê ya li Sûriyê baş fem bike, ti kes nizane Rûsya û Tirkiyê çawa hevûdu razî kirine. Lê em dizanin ku hevpeymanîyên nû di navbera wan de pêk hatine. Em bi hêvî ne vê carê jî Kurd nekevin nava bazara herdu aliyan. Eger herdu alî jî destdirêjiyên li ser berjewendiyên gelê me bikin bê guman bersiva me ya siyasî û leşkerî dê were dayîn.”