Îlon 18, 2018 12:48 Asia/Tehran
  •  Vegerîna  penaberên sûrî ji Lubnanê bo Sûriyê didome

Di dewama vegerîna penaberan bo Sûriyê, bi sedan penaberên din ên sûrî ji Lubnanê vegeryan welatê xwe.

 Li gorî rapora IRNAyê, penaberan roja duşemiyê  bi çend  ûtûbûsan ji riya derbasgehên  sînorî vegeryan Sûriyê.

  Li heftiyên derbasbûyî bi baştirbûna rewşa ewlehiyê li Sûriyê, piraniya penaberên sûrî yên hazir li Lubnanê amadetiya xwe  bo vegerîna   bo welatê xwe  ragahndine. Teşkîlata ewlehiyê ya Lubnanê daxwaziyên  kesên ku dixwezin  vegerin, raberî teşkîlata  ewlehiya Sûriyê dike û piştî piştrastbûnê û raberkirina  garantiya ewlehiya wan, wan vedigerîne welatê wan.

  Nêzîkî  6 milyon penaberên sûrî li dervey vî welatî ne ku 1.5 milyon kes ji wan li Lubnanê ku li cînaretiya  Sûriyê de ye, jiyan dikin.

 Tê gotin ku ev  hejmara  nêzîkî sedî 40ê hemî nifûsa Lubnanê pêk tîne.

 Rayedarên lubnanî bi caran raghandine ku ew hejmara penaberan, pisrgirêkên  aborî- ewlehî û civakî bo  v welatî pêk aniye.

 Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.