Tîrmeh 23, 2018 12:30 Asia/Tehran
  • Kontrola Artêşa Sûriyê li ser bajarê Nuyê li derdora rojavayî ya Derayê

Çavkaniyên nûçeyan ên sûrî qala ketina artêşa Sûriyê nav bajarê Nuyê li derdora Derayê piştî derketiona komên çekdar û têrorîst ji wir kirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Russia Today a Erebî, Çavkaniyên sûrî roja Yekşemiyê ragihandin: Artêşa Sûriyê her wiha piştî azadkirina bajarokê Nebe El Sexrê li derdora Quneyterê, ala vî welatî li ser vê bajarokê bilind kiriye.

Li vî halî, Artêşa Sûriyê komên çekdar ên dijber li navçeya Hewz Yermûkê li rojavaya Derayê ji sê aliyan va dorpêç kirin û bi wan ra li bereya ku ji aliyê rojavaya Nuyê va dest pê dibe, ketin pevçûnê.

Sêyemîn û dawîn karwanê komên têrorîstî jî, parêzgeha Quneyterê li başûrê rojavaya Sûriyê ku li ser Golana dagirbûyî serdest e, ber bi parêzgeha Idlibê va terikandin.

Li ser esasa lihevkirina ku navbera berpirsên sûrî û têrorîstan bi navbeynkariya Rûsiyê bi dest hat, têrorîstên çekdar ji parêzgeha Quneyterê li başûr, bo parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyêtên veguhestin.

Ev di rewşekê da ye ku artêşa Sûriyê di heyama 48 saetên bihurî da bi ketina nav sînorên rêvebiriyê yên parêzgeha Quneyterê li başûrê vî bajarî, zêdetirî 28 gund û bajar azad kirin da ku li nêzikî bilindiyên dagirbûyî yên Golanê bi cih bibin.