Li Hesekê firokeyeke leşkerî ket xwarê
Tîrmeh 18, 2018 13:51 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li Hesekê firokeyeke leşkerî ku hîn diyar nîne ya kîjan welatî ye ket xwarê.
Ajansa SANA ya nûçeyan a fermî ku ser bi hikûmeta Sûriyê ye ragehand ku, balafireke leşkerî li gundê El-Meşûا ser bi bajarokê Şedadê ve ku dikeve başûrê parêzgeha Hesekê ket xwarê.
Li gor nûçeya ajansa SANA heta niha nehatiye zanîn ew balafir ji kuve hatiye û ya kiye, lê tê pêşbînîkirin ku, balafira hevpeymaniya navnetewî be.
Vê dawiyê balafirên Hevpeymaniya Navneteweyî ya qaşo li dij DAIŞê deverên curbicur ên parêzgeha Hesekê û Dêrazorê bombaran kirin ku di encamê de çend kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn, di vê çarçovê de çavkaniyên nûçeyan bawer in ku pir muhtemel e balafira hanê ya vê hevpeymaniyê bibe.