May 26, 2018 18:37 Asia/Tehran
  • Operasyona Artêşa Sûriyê li bakûra Hemahê

Artêşa Sûriyê li operasyonekê, êriş bire ser bargehên komên çekdar li bajaroka Zekatê li dorhêla bakûrî ya Hemahê.

Li gorî rapoara Ajansa nûçeyan a SANA`yê, di encama operasyona artêşa Sûriyê li bajaroka Zekatê de, hejmarek kesên çekdar hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Di eynî demê de rûniştiyên taxa El Neşwe li bajrê Hesekê ji ber êrişa terorîstên Qesedê (Amerîka pişta wan digire) ji bo girtina ciwanên vê taxê û bi karanîna wan a bi darê zorê li şêrr, rê girêdan û agir berdan.

Ji aliyê din ve, çavkaniyên sûrî ragihandin: Di encama teqîna trombîleka bombekirî li kolana 30`an a li bajarê Idlibê yê Sûriyê de , 4 kes hatin kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Hevgavê vê yekê çavkaniyên ser bi dijberên sûrî, ragihandin ku serkirdeyekî payebilind ê Koma Terorîst a Tehrîr El Şamê bi navê Îbrahîm Rehmûn, nasyar bi Ebû Ubeyde Kensefere, ji vê komê cida bûye.