May 21, 2018 11:49 Asia/Tehran
  • Ambara cebilxaneya têrorîstan li Hemaha Sûriyê hat vedîtin

Hin yekîneyên artêşa Sûriyê dema azadkirina derdroa başûrî ya parêzgeha Hemahê dest danîn ser çeper û sitargehên rakirina alavên şêrr û cebilxaneya têrorîstan.

Li gorî rapora IRNAyê, Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê Yekşemiyê bi şev ji zarê rayedarekî leşkerî yê vî welatî ragihand: Artêşa Sûriyê li dergeha sereke ya bajarokê Herbinefseyê li derdora başûrê Hemahê bi dehan mayîn pûç kirin ku têrorîstan berioya derketina ber bi aliyê bakurê Sûriyê ewna danandibûn.

Vî rayedarên leşkerî her wiha got: Hêzên endazyariyê jî 10 bombe li dergeha hesinriya ku digihêje navenda bajarokê Herbinefseyê pûç kirin û dest danîn ser odeyên opêrasiyonê û çeperêîn têrorîstan li nêzikî hesinriya Hemahê bi dirêjahiya sê kîlomitran.

Wî her wiah got: Artêşa Sûriyê du baregehên serkirdeyên du komên têrorîst ên qaşo Gordana Heqê û Gordana Ensarê jî vedîtin û dest danîn ser wan.

Li gorî nûçeyeka din, çavkaniyên sûrî yên nûçeyan ragihndin ku têrorîstan Kolana El Nîl û Xalidiyê li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê dane br êrîşên bi rokêtan.

Li vî halî artêşa Sûriyê tevî ppêşdfaçûna li başûrê Şamê, xeleka dorpêçê li ser têrorîstan li bakurê taxa El Hecer El Eswedê şidyayîtir kiriye.

Artêşa Sûriyê her wiha li vê navçeyê rêbazên cengî ji bo paqijkirina navçeyên mayî di bin dagirkeriya DAIŞê da bi kar tîne û tûnêl  ûsitargehên wan daye ber êrîşê.

Piştî derxistina têrorîstan ji Xûteya Rojhilat artêşa Sûriyê opêrasiyona dijî têrorîstan li başûrê Şamê dest pê kiriye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.