May 20, 2018 18:21 Asia/Tehran
  • Bilindkirina ala Sûrîyê li banê avahîyên rojavaya vî welatî

Piştî derxistina têrorîstan ji deverên rojavaya Sûrîyê, hêzên artêşa vî welatî ala Sûrîyê li banê hin avahîyan li parêzgehên Hums û Hemayê li rojavaya vî welatî bilind kirin.

Li gorî rapora kanala Al Akhbaryê, bi dû bicihbûna hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê li hin deverên Hums û Hemayê, jîyana asayî li van navçana destpê bûye.

Ji hêla din ve, bi dû pevçûna di navbera têrorîstên DAIŞ`ê û Artêşa Azad li derdora rojavaya parêzgeha Derayê de, çend têrorîst ji her du alîyan hatin kuştinê.

Di navbera têrorîstên DAIŞ û Artêşa Azad de li derdora bajarokên Heyt, Seid û Celînê li derdora rojavaya parêzgeha Derayê de jî pevçûn derket.

Herwiha mînek ku têrorîstên DAIŞ`ê bi cih kiribûn li ser rêya têrorîstên Artêşa Azad teqîya.