Nîsan 26, 2018 19:21 Asia/Tehran
  • Terorîstên li Efrînê li ser talankirina heyîtiyên xelkê ketine canê hev

Komên terorîst ên ser bi Artêşa Sûriyeya Azad li bajarê Efrînê li bakûrê rojavaya Sûriyê, li ser talankirina heyîtiyên welatiyên aware yên Efrînê, ketine canê hev.

Li gorî rapora IRNA`yê, medyayên neyar ên Sûriyê, roja çarşemiyê raghandin ku du komên Ceyş Ul Şerqiye û Lîwaya Siltan Mirad ên ser bi Artêşa Azad ku Tirkiye pişta wan digire, li Efrînê bi hev re ketin şêrr.

Ev komana ku ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê ve li halê talankirina malên awareyên Efrînê ne, heya niha çend caran li ser xenîmetên şêrr ketine canê hev û hejmarek ji terorîstên her du aliyan jî birîndar bûne.

Koma terorîst a ser navê Lîwaya Siltan Mirad ser bi koma terorîst a Artêşa Azad ku ji Tirkmanên Sûriyê pêk hatiye û zêdetir li navçeyên bakûrî yên parêzgeha Dêrezorê dixebite, lê her wek hejmareka din a komên terorîst, bona dagîrkirina Efrînê alîkarîiya Tirkiyê kir.

Saziya ser navê Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, hefteya buhurî ragihand ku terorîstên Artêşa Sûriyeya Azad ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve pi]ta wan tê girtin, heyîtiyên xelkê ku li navça Efrînê mane, talan dikin û didizin.

Terorîstên Artêşa Sûriyeya Azad, herwiha ciwan û mêrên herêmê bi mihane û tawanbariyên xweçêkirî û sexte digirin, îşkence dikin û piştî istandina pereyeka zav wan berdidin.

Li gorî nûçeyeka din, Dayra Birêveberiya Qeyranê ya Tirkiyê (AFAD) û hêzên çekdar ên vî welatî, li navça Efrînê, kempeka mezin a xîwetan bona bicihkirina awareyên Xûteya Rojhilatê ava kirine.

Erkantiya hêzên çekdar ên Tirkiyê, îro bi weşandina hin wêneyên ji esmîn yên kempa xîwetan a li Efrînê, ragihand: Bona dabînkirina jiyana awareyên Xûteya Rojhilatê ku hatine Efrînê, dayira Birêveberiya Qeyranê bi hevkariya hêzên çekdar ên Tirkiyê, kempeka mezin a xîvetan damezirandine.

Xelkê Efrîna Sûriyê berî niha gotibûn artêşa destdirêjker a Tirkiyê û terorîstên li bin fermana wê li Efrînê, hewl didin demokrafiya vê navçê biguherînin û terorîst û ereban dewsa kesên xwecî, li wir bi cih bikin.