Nîsan 21, 2018 20:01 Asia/Tehran
  • 130 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin

Hat ragihandin ku 130 malbatên ereb li navçeya Racoyê ya bajarê Efrînê hatine bicihkriin.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê hat diyarkirin ku 130 malbatên ereb li navçeya Racoyê ya bajarê Efrînê hatine bicihkirin.

Di nûçeyê de hat diyar kirin ku ew malbatên ereb ên li Racoyê hatine bicihkirin, ji Xûtaya Rojhilat hatine şandin.

Artêşa Tirkiyê ligel koma terorîst a ser navê Artêşa Sûriya Azad bi ser herêma Efrînê de dest bi êrîşan kiribû û di 18ê Adara 2018an de ketin Efrînê û ev bajar dagîr kirin û mal û heyiya xelkê gund û bajarokên Efrînê û bajarê Efrînê bi xwe talan kirin..