Nîsan 19, 2018 16:39 Asia/Tehran
  • Misrê xwesteka Erebistan û Amerîkayê ji bo êrişa ser Sûriyê red klir

Berpirsekî payebilind ê berê yê sîstema Istixbaratî ya Misrê got ku welatê wî qet tevlî hevalbendiya êrişa ser Sûriyê nabe.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Euronews`ê, Mihemed Reşad, berpirsekî payebilind ê berê yê Rêxistina istixbarat a Misrê, bal kişand ser daxwaza Can Bolton, şêwirmendê ewlehiya netewî yê Koşka Sipî û berpirsên Erebistanê ji bo şandina hêzên Misrê bo Sûriyê û destnîşan kir: Hêzên Çekdar ên Misrê, kirêgirtiyên Amerîka û Erebistanê nînin.

Reşad got: Stratejiya Qahirê ya li hember Sûriyê li ser bingeha piştgîriya ji yekperçetiya axê û hakimiyeta netewî ya Sûriyê ye.

Adil Cubeyr, wezîrê karên derve yê Erebistanê, vê dawiyê gotibû, Riyazê pêşniyara şandina hêzên ser navê Hevalbendiya Îslamî ya dijî terorîsmê, bo Sûriyê daye ku Misr jî têde beşdar e.

Rojnama The Wall Street Journal`ê jî li raporekê aşkera kir Ameîkayê dil heye bi derketina ji Sûriyê, armancên xwe yên li vî welatî, bi rêya zêdekirina nifûz û desthilata çend welatên Ereb, bi dest bixe.