Artêşa Sûriyê gihêşt derwazeyên El-Restenê
Artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman bi destpêkirina operasyonê li başûr û rojhilata parêzgeha Hemahê bi taybet li navça Qûr El-Asiyê, gihîştin derwazeyên El-Restenê.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, li vê operasyonê, ku ji derdora Himsê û Mesyafê destpê bûye, artêşê û hêzên hevpeymaên wê karîn ku çend navçe û 12 gundan li rojava Selmiyê û başûrê Hemahê û her wiha gundê El-Humratê li bakurê Himsê azad bikin û li derwazeyên bajarê El-Restenê nêzîk bibin.
Ger El-Resten û navçên derdora wê ji terorîstan paqij bibe, mezin-riya Hemah, Hims û Şamê ve dibe û ev riya vedigere rewşa beriya sala 2011`an.
Li gor nûçeyeke din, yekim koma çekdar li navça Qelemûna rojhilat li parêzgeha Rîfa Şamê tevlî hevhatina aşitiya neteweyî bû.
Muhemed Şeban, fermandê koma çekdar a nasiyar bi Meqawîr Sehrayê roja çarşemiyê li vîdyoyekê raghand: bi saya Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê, wî ji bo aşitiyê û normalkirina rewşa hêzên xwe li hev kiriye.
Şeban êrişa mûşekî ya Emerîka, Fransa û Brîtanyayê ser hin meqerên axa Sûriyê, destdirêjiya emerîkî-siyonîstî da zanîn û got: Heya dawîn bihostê berevaniya axa Sûriyê kiriye û dê ti carî paşde venekişe.
Koma Meqawîr Sehra ser bi koma terorîstî û çekdar a artêşa azad bû ku li navça Qelemûna rojhilat li parêzgeha Rîfa Şamê xebat dikir.